EUKURD
← Vegere hemû nûçeyan
Koçberî–Penaberî
Ji aliyê:Erhan Noyan

Berxwedanê deport rawestand: Dilan Özgün û pênc zarokên wê hatin berdan

Dilan Özgün û pênc zarokên wê, ku li Kampa Deportê ya Oberhalb der Hinteregg a Zûrîhê bi darê zorê dihatin deportkirin, piştî berxwedana li kampê û bangên piştgiriyê hatin berdan. Lê hat ragihandin ku dê malbat dîsa bê deportkirin û xetera dersînor kirinê hîn jî berdewam dike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rayedarên Swîsreyê vê sibehê dest bi amadekariyên deportkirina Dilan Özgün û pênc zarokên wê kirin. Di dema destwerdanê de li Kampa Oberhalb der Hinteregg, ku Bahar Yalçınkaya jî berê lê dihate ragirtin, Dilan Özgün bi kelepçeyan hate girêdan û rastî tundiyê hat. Wêneyên vê destwerdanê jî derketin holê.

Özgün û zarokên wê li hemberî deportkirinê li kampê berxwedan kirin û ji raya giştî re banga piştgiriyeke lezgîn hat kirin. Piştî ku bertek û piştgirî zêde bûn, operasyona deportê di wê demê de pêk nehat û malbat ji nû ve hate berdan.

Kelepçeyên zêde teng li destên wê şop hiştin

Hat dîtin ku ji ber tundiya zêde û kelepçeyên ku pir teng hatibûn girêdan, li zendên Dilan Özgün şilbûn, şop û birîndarî çêbûne.

Her çend berdana Özgün û pênc zarokên wê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin jî, bang hat kirin ku tundiya li dijî malbatê û îdiayên bikaranîna hêza zêde bên vekolîn û zelalkirin.

Xetera deportê berdewam dike, berxwedan didome

Tevî ku malbat hate berdan jî, hat diyarkirin ku biryara deportê nehatiye rakirin û ji wan re hatiye gotin ku dê ji nû ve bên dersînor kirin. Ji ber vê yekê, xetera deportê ya li ser Dilan Özgün û zarokên wê hîn bi dawî nebûye.

Malbat li hemberî hewldanên deportkirinê berxwedana xwe didomîne. Her wiha bang li raya giştî û derdorên piştgiriyê hat kirin ku piştgirî û hevkarî bên xurtkirin.

Bûyerên hatine jiyîn careke din girîngiya berxwedana li kampên deportê û piştgiriya ji derve tê nîşandan, derxist holê.

Parve bike

WhatsApp X Facebook