EUKURD
← Vegere hemû nûçeyan
Çand–Huner

Roja Vejînê li Bonnê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Li bajarê Bonnê yê Almanyayê, Roja Vejînê bi armanca xurtkirina yekîtiya gelê Kurd û pêşxistina çand û hunera Kurdî bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di çalakiyê de gelek hunermendên Kurd derketin ser dikê û bi stranên xwe kêliyên bi heyecan afirandin.

Di çarçoveya bernameyê de Hevseroka KOM-MED’ê Ruken Akça axivî. Akça di axaftina xwe de li ser hebûn û nasnameya gelê Kurd rawestiya û girîngiya Roja Vejînê anî ziman.

Akça destnîşan kir ku tekoşîna ji bo parastina hebûn û nasnameya Kurdî, bi Roja Vejînê re ketiye qonaxeke nû û bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiye asteke din. Wê herwiha bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û rola çand û hunerê di parastin û pêşxistina nasnameya neteweyî de.

Hunermendên Kurd derketin ser dikê

Di beşa muzîkê ya çalakiyê de hunermend Dîlara Bozan, Mihemed Dildar, Sercan Kobanê, Ayda û Baran Mêrdîn derketin ser dikê.

Bername heta saetên dereng ên şevê berdewam kir. Gel bi coşeke mezin li ber stranên hunermendan govend gerand û Roja Vejînê bi rengînî û kêfxweşî pîroz kir.

Di çalakiyê de peyama yekîtiya gelê Kurd û xwedîderketina li çand, huner û nasnameya Kurdî derket pêş.

Parve bike

WhatsApp X Facebook