EUKURD
← Vegere hemû nûçeyan
Civak

Kerem Ünver ê ku li Mexmûrê jiyana xwe ji dest da, li Cenevreyê hat bibîranîn

Li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê, ji bo Kerem Ünver ê ku di 22’ê Tîrmehê de li Mexmûrê jiyana xwe ji dest da û bi salan wekî milîs kar kir, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de Mamoste Sait Çömlek ê ku vê dawiyê jiyana xwe ji dest da jî hat bibîranîn.

Di merasîmê de kurê Kerem Ünver, Sefer Ünver axivî û diyar kir ku bavê wî ji bo wan sembolek û dîrokeke girîng e. Ünver got ku ew ê mîrateya bavê xwe û hevalên wî yên têkoşînê bidomînin.

Sefer Ünver got: “Me ji ciwaniya bavê xwe heta qonaxa dawî bi tecrûbeyên wî mezin bû. Em careke din soz didin ku em ê riya Rêber Apo bişopînin.”

Xwişka mezin a Kerem Ünver, Nadire Ünver jî axivî û diyar kir ku bi kesayeta Kerem Ünver, hemû şehîd mîrateya hevpar a gel in. Nadire Ünver got: “Hemû şehîd şehîdên me hemûyan in. Em soz didin ku em ê xwedî li mîrateya ku wan li pey xwe hiştiye derkevin.”

‘TÊKOŞÎN BI MÎRATEYA ŞEHÎDAN HETA ÎRO HATIYE’

Îbrahim Yüksel li ser navê Komîna Malbatên Şehîdan a Cenevreyê axivî û bal kişand ser zext û komkujiyên ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî wan hatiye.

Yüksel destnîşan kir ku nêzî 200 sal in serhildanên Kurdan bi darvekirin û komkujiyan tên tepeserkirin. Wî got ku di nîqaşkirina pirsgirêka Kurd de li ser zemîna siyasî ya îro, para şehîdan gelek mezin e.

Yüksel got: “Bi xwîna şehîdên me ev têkoşîn gihîştiye vê qonaxê. Îro Tirkiye û Tevgera Azadiya Kurd li ser maseyekê ne. Kurdên ku heta duh li darê dihatin mehkûmkirin, îro meseleyê birine ser maseyê.”

‘MIN KEREM DI ZÎNDANA AMEDÊ DE NAS KIR’

Mazlûm Mamxurî, yek ji hevalên têkoşînê yên Kerem Ünver, jî di merasîmê de axivî. Mamxurî diyar kir ku axaftin li ser şehîdan berpirsiyariyeke mezin e û bîranînên xwe yên derbarê xebatên ku bi Ünver re meşandine parve kir.

Mamxurî got ku wî Kerem Ünver di Gulana 1991’an de li Zîndana Amedê nas kiriye û wan di salên ku bi hev re di girtîgehê de man, gelek xebat meşandine. Mamxurî Kerem Ünver wekî “hevalekî gelek dilnizm” bi nav kir.

Di merasîmê de bi kesayeta Kerem Ünver û Mamoste Sait Çömlek hemû şehîd hatin bibîranîn. Di axaftinan de hat ragihandin ku divê mîrateya wan bê parastin û têkoşîna wan bê domandin.

Parve bike

WhatsApp X Facebook