
Li Winterthurê Komûna Rêxistinê û Komûna Malbatên Şehîdan hatin ragihandin
Li bajarê Winterthurê yê girêdayî Kantona Zûrîhê ya Swîsreyê, di çarçoveya xebatên komûnê yên di bin banê DEM-KURD de tên meşandin, Komûna Rêxistinê û Komûna Malbatên Şehîdan hatin ragihandin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di berdewama wê de, li ser xebatên komûnan pêşandaneke sînevîzyonê hate kirin. Paşê li ser pêvajoya siyasî û rola ku komûn dê di serdema nû de hilgirin, nirxandin hatin parvekirin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê komûn bibin qadên rêxistinbûna demokratîk ku gel tê de pirsgirêk û hewcedariyên xwe bi hev re nîqaş bike û çareseriyan pêş bixe.
Hevseroka YJK-S’ê Dilan Çetinkaya di axaftina xwe de diyar kir ku divê xebatên komûnê li her tax û kolanê bên belavkirin. Çetinkaya destnîşan kir ku tenê ragihandina komûnan têrê nake û got girîng e ku komûn bi xebatên civakî û rêxistinî bên xurtkirin.
Derviş ji Komîteya Avakirina Komûnên Zûrîhê jî bal kişand ser girîngiya avakirina komûnan li gorî hewcedariyên civakê. Wî destnîşan kir ku divê komûn li ser bingeha daxwaz û pêdiviyên gel bên şekildan.
Di dawiya çalakiyê de Komûna Rêxistinê ya ji 17 kesan û Komûna Malbatên Şehîdan a ji 5 kesan pêk tê, hatin ragihandin. Ragihandina komûnên nû ji aliyê beşdaran ve bi dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin.
