
Li Essenê civîna amadekariyê ya Festîvala Çand û Hunerê ya Kurdistanê ya 34’emîn
Di çarçoveya amadekariyên Festîvala Çand û Hunerê ya Kurdistanê ya 34’emîn de, civîna herêma NRW’yê ji aliyê Federasyona FED-MED NRW ve li Essenê hate lidarxistin.
Vekirina civînê ji aliyê Ahmet Kobanê ve hate kirin. Pişt re, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtinê hate lidarxistin.
Di civînê de, ligel amadekariyên festîvalê, tedbîrên ewlekariyê yên li qada festîvalê dê bên girtin û plansaziya têkildarî pêdiviyên xwarin û vexwarinê hatin nirxandin.
Ji bo ku beşdariya gel a festîvalê were xurtkirin, xebatên ku li seranserê NRW’yê dê bên meşandin jî di rojeva civînê de cih girtin. Di vê çarçoveyê de, ji bo hevdîtinên bi gel re, serdanên malbatan û xebatên ku li qadên cuda dê bên meşandin, komîteyên çalakiyê yên festîvalê hatin avakirin.
Hevserokê KCDK-E’yê Engin Sever di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya festîvalê ji bo gelê Kurd û bang li gel kir ku bi awayekî berfireh beşdarî festîvalê bibe. Sever destnîşan kir ku divê festîval bi ruhê 15’ê Tîrmehê were xwedîkirin û got ku armanca wan beşdariya 100 hezar kesan e.
Sever diyar kir ku festîval qada hevdîtinê ya jin, ciwan, gelê Kurd û hemû beşên civakê ye. Wî herwiha got ku divê festîval piştgiriyeke xurt bide têkoşîna Rêber Abdullah Öcalan. Hate ragihandin ku îhtîmala beşdarbûna Öcalan a bi rêya vîdeokonferansê li festîvalê heye.
Zübeyde Zümrüt jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aşitî û çareseriyê û tekez kir ku festîval ji bo lêgerînên aşitiyê û çareseriya demokratîk xwedî girîngiyeke mezin e.
