EUKURD
← Vegere hemû nûçeyan
Siyaset

KNK di 103. salvegera Peymana Lozanê de gazî yekîtiya neteweyî û stratîjiyeke hevbeş kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihand ku di 25ê Tîrmeha 2026’an de li bajarê Lozanê ya Swîsreyê dê çalakiyeke taybet li dar bixe.

LOZAN – Li gorî bangewaziya KNK, armanca vê çalakiyê ew e ku nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî, kesayet, akademîsyen û dostên gelê Kurd li cihê ku Peymana Lozanê lê hatî îmzekirin bicivin û li ser rewşa îroyîn a Kurdistanê û pêdiviya stratejiyeke hevbeş nêrînên xwe parve bikin.

Di bangewaziyê de tê gotin ku di salên borî de bêtir dîrok û encamên Peymana Lozanê hatine nirxandin. Lê îsal armanc ew e ku bersiv li pirsên îroyîn were gerandin: Kurd û Kurdistanî divê îro çi bikin û çawa tevbigerin? Li gorî KNK, di şert û mercên ku metirsî li ser hebûn û destkeftiyên gelê Kurd zêde dibin de, pêdivî ye ku hemû hêzên siyasî û civakî yên Kurdistanê bi hev re bifikirin, nêrînên xwe biguherînin û li ser helwest û biryarên hevbeş li hev bikin.

Çalakî dê di 25ê Tîrmehê de li Place du Vieux-Port li pêşiya avahiya ku Peymana Lozanê tê de hatî îmzekirin pêk were. Bername bi panela 13:00–14:30 dest pê dike. Piştre, di navbera 14:30–17:00 de dê Kursîya Azad were lidarxistin û tê de nûnerên partî, rêxistin û kesayet peyam û nêrînên xwe pêşkêş bikin. Dema civînê ji 12:30’an dest pê dike.

Li gorî bernameyê, mijarên sereke yên wê çalakiyê ev in:

* Rewşa Kurdistan û gelên Kurdistanê di 103. salvegera Peymana Lozanê de,
* Pêdiviya yekrêziya di nav mala Kurd de û girîngiya yekîtiya neteweyî,
* Hevkarî û tekoşîna hevbeş ya Kurd, Suryanî, Asûrî, Kildanî û Ermeniyan,
* Erk û berpirsyariya partî û rêxistinên Kurdistanî,
* Metirsiyên li ser dubarekirina Peymana Lozanê û erkên ku li pêşiya Kurdan radiwestin,
* Avakirina stratîjiyeke hevbeş ji bo parastina berjewendiyên neteweyî û nîştimanî.

KNK di dawiyê de gazî hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanê kir ku beşdarî vê civîna siyasî bibin û nêrîn û pêşniyarên xwe bi raya giştî re parve bikin. Li gorî bangewaziyê, armanc ew e ku di salvegera Peymana Lozanê de bingehek ji bo nîqaş, yekîtiya neteweyî û avakirina stratejiyeke hevbeş were afirandin.

Parve bike

WhatsApp X Facebook